Pêzanîna Hamasê ji ber dijberiya welatên cîhanê li himber koçberkirina zoremilî ya xelkê Xezzeyê
Sibat 12, 2025 18:16 Asia/Tehran
Tevgera Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemasê pesna helwêstan welatên cîhanê derheq dijberiya li himber koçberkirina bi darê zorê ya xelkê Xezzeyê da.
Tevgera Hemasê îro ji helwêstên welatên cîhanê li hember koçberkirina bi darê zorê ya xelkê Xezzê sipasî kir. Hemasê spasiya helwêstên welatên dost ên ereb û hemû welatên cîhanê kir ku dijberiya xwe li hember her pilanek ji bo koçberkirina bi darê zorê ya xelkê Xezzeyê an binpêkirina mafên wan ên netewî nîşan dan.
Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê vê dawiyê bi gotinên bi hellahella daxwaza valakirina tam a Zîvala Xezzeyê û bicihkirina filistîniyên vê navçê li welatên ereb ên cîran (Urdun û Misrê) kir ku ev plan rastî bertek û dijberiyên berfireh ên navçeyî û navneteweyî hatiye.