Sibat 07, 2025 15:10 Asia/Tehran

Berdevkê Tevgera Hemasê wek berteka himber gotinnê Trump ên derbara Xezzeyê da ragihand: Gotinên Trump qet nayên qebûlkirin û Xezze ya niştecîyên wê ye. Fiilstînî jî yê ti dema terka wê herêmê nekin.

Hazim Qasim Berdevkê Tevgera Hemasê di hevpeyvînekê da wek berteka himberî gotinên Donald Trump ên derbara Xezeyê da ragihand, Trum pdibêje ku divê Amerîka Zîvala Xezzeyê têxe bin kontrola xwe, ev gotina wî bi wateya ragihandina dagirkirina vê navçeyê ye û em ji bo pêşdebirina karên Xezzeyê ne hewcedarê ti welatekî ne û hêza dagirker a alternatîv jî qebûl nakin.

Hazim Qasim herwiha got: Hin dilnigeranî derbara sûdwergirtina narewa ya Israyîlê ji gotinên Trump ji bo dirêjkirina şêrr li Zîvala Xezzeyê hene. Wî ji civaka ereban jî xwest ku himberî vî karê Amerîkayê bisekinin û tevî zordayîna ser Trump qehîm ser helwesta xwe ya neyartîya himberî derxistina filistînîyan rawestin.

Berdevkê Tevgera Hemasê herwiha got: Sekinîna hibmerî vê proja Trump hewcedarê yekitîya filistînîyan e ta ku pêşî li derxistina filistînîyan were girtin. 

Di vî halî da niştecîyên Xezzeyê jî dijî plana Donald Trump Serokomarê Amerîkayê ji bo koçberkirina niştecîyên Xezzeyê bo welatekî din derketin û pêgirî kirin ku tevî hemî pirsgirêk û kêmasîyan û rewşa dijwar a jîyanê, em ê li vê herêmê bimînin. Gelê Xezzeyê nika ji ber serma, ba û baranên guj di rewşeke dijwar da derbas dikin, lê dibêjin ku qasî serê derzîyê jî ji axa xwe derbas nabin û koç nakin.  

Serepeyv