Vegera filistîniyan bo bakurê Xezzeyê
Agirbesa li Xezzeyê di halekê de derbasî roja xwe ya yanzdehemîn bûye ku nêzîkî 400 hezar kes ji xelkê Zîvala Xezzeyê di du rojên borî de berê xwe dane bakurê Xezzeyê.
Bi berdewamiya demajoya vegera filistîniyan bo bakurê zîvala Xezzeyê, Nivîsgeha Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya NY ragihand ku zêde ji 376 hezar filistînî vegeriyane bakurê vê zîvalê.Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li zîvala Xezzeyê jî ragihand ku di heyama du rojên borî de sedî 80ê awareyan vegeriyane navçeyên bakurê Zîvala Xezzeyê û gelek alîkarî hîna li pişt sînorên Zîvala Xezzeyê de mane û nehatien derbaskirin.
Şaredariya Xezzeyê jî ragihand ku ji bo paqijkirin û çêkirina cihekê ji bo bicihkirina penaberan li van deveran dest bi xebatên xwe kirine.Eva li halekê ye ku medyayên filistînî binpêkirina peymana agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst û eskerên vê rejîmê li rojavaya Refehê ber bi filistîniyan ve ragihandine.
Dagirkeran cinayetên xwe li Cenîn û Tulkerem ên Rexê Rojava berdewam kirin û ciwanekî Filistînî li derdora Tulkeremê şehîd kirin. Artêşa Rejîma Siyonîst li Lubnanê jî binpêkirina agirbesê berdewam kirine û îro di encama êrişa bi xwefiran ser bajarê Mecdel Selemê li başûrê vî welatî, 5 welatiyên Lubnanî birîndar bûn.Hevgavê van êrişan Necîb Mîqatî, serokwezîrê demkî ya Lubnanê jî, êrişên hewayî yên rejîma dagîrker yên êvara Sêşemê ser başûrê vî welatî bi tundî şermezar kir û ew yek binpêkirina eşkere ya serweriya Lubnanê û binpêkirina eşkere ya peymana gairbesê da zanîn.