Vegera xelkê bo bakûrê Xezzê
Nivîsgeha medyayî ya Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li Xezzê ragihand: Zêde ji 300 hezar awareyên filistînî karîn vegerin bakûrê Zîvala Xezzê.
Ev vegera li dû baştirbûna rewşa ewlehiyê û pêkhatina hinek aramiyê li navçê pêk hatiye. Nivîsgeha medyayî ya Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li Xezzê ji civaka cîhanî xwestiye piştgîriyên pêwîst ji bo ji nû ve avakirina û bicihkirina dubare ya wan awareyan pêk bîne. Ev vegera wekî pêngaveka girîng bona vegerandina istiqrar û vejiyandina jiyana xelkê Zîvala Xezzê tê zanîn.
Ji hêla din ve serokê Nivîsgeha medyayî ya Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li Xezzê amajeyî hewcetiya pirr a li xêwetan kir û herwiha got: Bona bicihkirina awareyan li bakûrê Xezzê hewcetî li 120 hezar konan heye.
Îran hîna jî sozdarê sekinîna li hember terorîsmê ye
Dema pêkanîna kabîneya dehan a hikûmeta Herêmê tê aşkerakirin