Çile 21, 2025 15:50 Asia/Tehran

Sê roj ji ser agirbesa li Xezzê re derbas dibin û hêzên Berevaniya Medenî meytên şehîdan ji bin kavilan derdixin. Berevaniya Medenî ya Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara meytên şehîdên ku ji bin kaviliyan derxistine ji destpêka agirbesê ve heta nika rabûye 137 kesî. Eva di halekî da ye ku di encama êrişên berfireh ên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ser bajar û kaempa Cinînê de, heta nika 2 filistînî şehîd û herîkêm 25 kes jî birîndar bûne.

Di halekî da ku 3 roj ser agirbesa li Xezzeyê re derbas bûne û hêzên Berevaniya Sivîl meytên şehîdan ji bin kelefeyan derdixin, hêzên dagirkir hîna jî cinayetên xwe didomînin. Bi awayekî ku êrîşî ser bajarê Cinînê kirin û 2 filistînî şehîd bûn û herî kêm 25 kes jî birîndar bûn. Li Perrava Rojava jî îro bajaroknişînên Siyonîst bi piştgiriya hêzên dagîrkir êrişî 2 gundên li bakurê Perrava Rojava kirin û 21 filistînî birîndar kirin. Tabûrên Şuheda El Eqsayê jî ragihand ku şervanên wan li çendîn mêhweran li hember êrişkirên siyonîst de disekinin. Di heman demê de Hemasê ragihand ku qonaxa duyemîn a bihevguhertina girtiyan bi Rejîma Siyonîst re roja Yekşema ku tê wê pêk were û biryar e lîsteya girtiyên Rejîma Siyonîst û dîlên filistînî, roja Şemiyê raberî her du aliyan bibe. Ji aliyeke din ve jî Konseya Ewlehiyê şeva buhurî rewşa Filistînê nirxand. 

Sersekreterê Neteweyên Yekbûyî jî got, pabendîya li agirbesê û cihanîna wê ya deqîq li Zîvala Xezzê pêwîst e. Antoniyo Gotrêş gotiye: Ji bo xilaskirina nexweş û birîndaran, divê destûr bê dayîn ku hemû alîkariyên tenduristiyê bi tevahî û azadane derbasî Xezzeyê bibin.

Emîr Seîd Îrewanî, nûnerê hertimî yê Îranê li NY jî di vê civînê de li ser veguherîna pêwîstiya agirbesa Xezzê li rêçareyeka hertimî û mayinde pêgîrî kir. Li gorî gotina wî hewcetiya vê yekê bi derketina tam a hêzên Rejîma Siyonîst, şandina bêrawestan a alîkariyên mirovî û amadekirina bernameyeka giştalî ya ji nûve avakirinê ji bo Xezzê heye. 

Serepeyv