Jinên filistînî yên ku ji aliyê siyonîstan ve hatine hêsîrkirin sembola berxwedanê ne
jinên hêsîrkirî yên filistînî ku piştî peymana agirbesê ji zindanên Rejîam Siyonîst hatine berdan, Xezze wek sembola îstiqrar û berxwedanê bi nav kirin û peyama xwe ya emekdariyê bo xwîna ku di rêya azadiyê de hatiye rijandin, ragihandin.
Şêrejinên filistînî yên ku ji aliyê siyonîstan ve hatibûn hêsîrkirin, piştî rizgarbûna xwe di nav girseya pêşwazîkirinê de peyama emekdariya xwe ya bo xelkê Xezzeyê û berxwedana wan ragihandin.
Delal El-Arûrî xwîşka şehîd Salih Arûrî cîgirê nemir yê Polîtboroya tevgera Hemasê di nav kombûna xelkê û hêsîrên azadkirî de got: Xwîna şehîdên Xezzeyê ev azadî pêk anî. Wê destnîşan kir: Tu peyv û bêje jibo destxweşiya ji gelê Xezze û fedekariya wan tune.
Delal El-Arûrî got: Jinên hêsîrbûyî ji şert û mercên dijwar re derbas bûn û beriya rizgarbûna wan, Zabitên siyonîst bi wan re pir kirêt reftar kirin.
Hedil Şetare yeke din ji jinên hêsrîkirî piştî hembêzkirina malbata xwe got: Azadkirina hêsîran bihayekî giran heye û xelk û têkoşerên me ev bedelên giran dan.
Buşra El-Tewîl Rojnamegera jin a filistînî ya azadbûyî jî di nav girseya pêşwaziyê de got: Serketina me serkeftina Xezzeyê ye û mayîndebûna me bi mayîndebûna Xezzeyê ve girêdayî ye. Cihê ku dê ji berê çêtir be.
Raşa Hecawî, ji hêsîrên xelkê bajarê Tulkermê jî behsa rewşa dijwar a jinan di girtîgehên Rejîam Siyonîst de kir û behsa zincîrên ku bi lingên wan ve hatine girêdan û bêhurmetî û heqaretên zabit û pasewanên girtîgehê kir.
Vê sibê di çarçoveya qonaxa yekem a rêketina agirbesê li zîvala Xezzeyê hejmarek ji girtiyên filistînî ji zindanên REjîam Siyonîst hatin berdan.