Wêranbûna sedî 92 yê malên Xezzeyê
Nivîsgeha Hewahengkerê Karûbarên Mirovî ya NY ragihand ku sedî 92 xaniyan li zîvala Xezzeyê ji ber êrişên Rejîma Siyonîst wêran bûne yan jî zirar dîtine.
Nivîsgeha Hewahengkerê Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) îro di daxuyaniyekê de, amaje bi koçberbûna sedî 90ê welatiyan ji cih û warên xwe kir û ragihand ku sedî 92ê malên li Zîvala Xezzeyê , ango nêzîkî 436 hezar xanî, ji ber şerê Rejîam Siyonîst wêran bûne an jî zirar dîtine.
Rîk Piyêrkorn, Nûnerê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê li Filistînê bal kişand ser wê yekê ku ragihandina agirbesê hêviyek e, lê belê pirsgirêkeke cidî li benda me ye û diyar kir: Dabînkirina pêdiviyên berfireh ên xelkê Xezzeyê û vejiyandina sîstema tenduristiyê, peywireke aloz û dijwar e.
Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê hefteya borî texmîn kir ku zêdetirî 10 milyar dolar hewce ye ku sîstema Pizîşkî li Zîvala Xezzeyê ji nû ve bê avakirin.