Çile 18, 2025 18:40 Asia/Tehran
  • Hişyariya Seraya El- Qudsê bo siyonîstan hevgavê peymana agirbesê

Berdevkê baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, bereberê cihanîna rêketina agirbesê li Zîvala Xezzeyê, hişyarî da siyonîstan ku ji ber zêdebûna êrişan canê girtiyên wan di xeterê de ye.

Ebû Hemze, Berdevkê Leşkerî yê tabûrên Qudsê, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ser rûpela xwe ya li  X-ê peyamek weşand û got: Divê malbatên girtiyan ji artêşa rejîma dagirker bixwazin ku bombebarankirina sieta dawî ku  dibe sedem ewladê wan bên  kuştin, rawestîne ji ber ku berxwedan di halê amadekirina karûbarên meydanî jibo berdana wan e. 

Ebû Hemze hişyarî da:Zêdebûna bombebarana Siyonîstan  me ber bi du aliyan ve bibe. Yekem malbatên  girtiyên siyonîst  dê ewladên xwe  li nav sindirûkan  werbigrin û ya duyem jî dikarin di malên xwe de pêşwaziya wan bikin.

Wî tekez kir: Bijardeya sietên dawiyê bi tenê di destê artêşa  Rejîma Siyonîst de ye.

Serepeyv