Çile 16, 2025 15:01 Asia/Tehran
  • Êrişên hovane yên Îsraîlê ser Xezzê piştî agirbesê

Tevî ragihandina fermî ya lihevkirina agirbesê li Zîvala Xezzê, Rêjîma Siyonîst ji saetên sibê ve êrişên hovane dijî navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê berdewam kiriye û di vê midehê de zêde ji 70 filistînî şehîd bûne û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne.

Di halekî de ku rêkeftina agirbesê êvara çarşemiyê bi fermî li Xezzeyê hat ragihandin, rejîma dagîrkir ji roja ragihandina vê rêkeftinê ve, zêdetir ji 70 filistînî ku piraniya wan jin û zarok in, kuştine û zêdetir ji 200 kes jî di encama êrişên hovane yên ya siyonîstan de birîndar bûne. Çavkaniyekî pizîşkî di vî warî de El Cezîrê re ragihand ku ji îro danê sibê ve di encama êrîşên Rejîma Siyonîst yên li ser bakura Zîvala Xezzê de nêzî 50 Filistînî hatine kuştin.

Îro danê sibê çavkaniyên pizîşkî li Xezzê şehîdbûna 20 filistîniyên din ku piraniya wan jin û zarok in, di encama bombebarana navçeyeke niştecihbûnê li bajarê Xezzê piştrast kirin û ragihandin ku hejmarek ji wan di van cinayetên dijmin de birîndar û bêserûşûn bûne.

Serepeyv