Çile 15, 2025 15:15 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê bi weşandina daxuyaniyekî ragihandin ku 62 şehîd û 253 birîndarên din li hejmara goriyên êrişên bêrawestan ên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê zêde bûne.

Hevgavê ketina şerrê Xezzê nav roja 467`an de balafirên cengê yên Rejîma Îsraîlê êrişên giran ser hin navçeyên Zîvala Xezzê cih anîn. Di encama van êrişa de 62 kes şehîd bûn û 253 kes jî birîndar bûn ku anegorî vê hejmarê , hejmara şehîdên Xezzê gihîşte 46 hezar û 707 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 110 hezar û 265 kesî. Xezze di vê midehê de ji ber bêparbûna ji xwerin û ava saxlem, bi awayeka aşkera rastî nîşanên bedxwerin û bêaviyê di zarok û kesên bi temen ve hatiye.

Rêxistina Berevaniya Medenî ya Filistînê jî weke rêxistinên navdewletî yên din ragihand ku li Zîvala Xezzê ti malek li Xezzê tine ku pêdiviyên herî sereke yên jiyanê hebin û xirabûna rewşa tendirustî û ewlehiya xwarinê û bi destnexisitna tiştên herî hêsan û bingehîn û pêdiviyên jiyanê îspata van mercan in. Tevgera Hemasê jî di bersiva şehîdbûna 6 filistîniyan de ku 4 ji wan çekdarên Qesam bûn, got ku xwîna şehîdên Cinînê dê bi xorayî neçe û li erdê nemîne û dê bibe agirê ku dagirkeran bişewitîne. 

Ji aliyê din ve leşkerên siyonîst ên li Beyt Hanûnê rastî êrişa şervanên Berxwedana Filistînê ve hatin. Medyayên Siyonîst behsa birîndarbûna Danîyêl Hekohîn, leşkerê vê rejîmê li Xezzê kirin. Hêzên Şehîd Omer El Qasim jî bi topên hawanan êrişî kombûna hêzên dagirker li rojavayê derbasgehaê Refehê kirin. Di eynî demê de Rejîma Siyonîst amadebûna artêşa xwe bo vekişîna ji Zîvala Xezzê ragihandiye.

Serepeyv