Çile 09, 2025 15:36 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku rejîma dagirker di 24 saetên dawî de 3 malbatên filistînî qetil kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzê îro bi daxûyaniyekê basa zêdebûna 70 şehîd û 104 birîndarên din li ser hejmara qurbaniyên êrişên bênavber ên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê kir. Di roja 461`emîn a jînûsayda Rejîma Siyonîst dijî Zîvala Xezzê da, vê wezaretê herwiha ragihand ku bi zêdekirina şehîd û birîndarên nû, hejmara giştî ya şehîdên şerê Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an ve heta îro, gihîştiye 46 hezar û 660 kesan û hejmara birîndaran rabû 109 hezar û 378 kesan. Çavkaniyên filistînî ragihandin ku malek li kempa Nuseyratê li navenda Xezzê ji aliyê çekdarên Rejîma Siyonîst ve bû hedef. UNICEF`ê jî ragihand: Rejîma Siyonîst sala 2025`an, bi kuştina bi dehan zarokan li Xezzê di şer û êrişên ser gişt navça dorpêçkirî de destpê kir û di 15 mehên derbasbûyî de, rekorên tundûtûjiya dijî zarokan şikand. 

Papa Fransîs operasiyonên leşkerî yên kujer ên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û cinayeta kuştina zarokên filistînî ku encama sermaya zivistanê û jinavbirina binavahiyan û qutbûna elektrîkê ye rexne kir û rewşa mirovî li Filistînê pir giran û bi serşorî da zanîn. 

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan jî ragihand ku Rejîma Siyonîst koçberiya bi darê zorê û birçîtiya li zîvala Xezzê wek çeka şêr bikar tîne. Tevgera Hemasê jî di daxuyaniyekî da ragihand: Rejîma dagirkir a siyonîst nahêle ardû bigihîje nexweşxaneyan û hewla dide civaka navneteweyî ji bo şandina alîkariyê bixapîne û ji bo kemilandina plana xwe ya têkbirina pişka tenduristiyê li Xezzê, bi qest rewşa pergala tenduristiyê têk dide.

Serepeyv