Derbara qedexekirina karê UNRWA`yê li Xezzeyê da hişyarî hat dayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352799-derbara_qedexekirina_karê_unrwa_yê_li_xezzeyê_da_hişyarî_hat_dayîn
Ajansa Alîkarî û Karpeydakirinê ya bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) îro hişyarî da ku dema bicihanîna qedexeya Israyîlê ser karê vê ajansê yê bi zûtirkê were.
(last modified 2025-01-05T11:44:50+00:00 )
Çile 05, 2025 13:50 Asia/Tehran
  • Derbara qedexekirina karê UNRWA`yê li Xezzeyê da hişyarî hat dayîn

Ajansa Alîkarî û Karpeydakirinê ya bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) îro hişyarî da ku dema bicihanîna qedexeya Israyîlê ser karê vê ajansê yê bi zûtirkê were.

Jûlyêt Toma Berdevka UNRWA`yê bal kişand ser vê yekê ku biryara Rejîma Sîyonîst a qedexekirina karê vê ajansê, di dîroka NY da bêmînak e û got: Ev qedexeya imkan û şîyana UNRWA`yê ya raberkirina xizmetên pêwîst ji bo bi milyonan kesên aware û penaxwazên filistînî li Xezze, rexê rojavaya çemê Urdinê û rojhilata Beyt ul Muqedesê ji nav dibe.

Şayanî gotinê ye ku kar û xizmetên UNRWA`yê yê di dawîya Çillê da bi awayekî fermî li navçeyên filistînînişîn bên sekinandin û ev di halekî da ye ku filistînîyên niştecîyê Xezzeyê di rewşa herî xirab da ne. Navendên dermankirinê û nexweşxane li Xezzeyê ji hêla Israyîlê va tên bombebarankirin û hatine daxistin, gîhandina xwarek û dermîn bo filistînîyan hatîye sekinandin û li gorî agahîyan bi destpêbûna pêla serma û seqemê rewş li Zîvala Xezzeyê girantir û xirabtir bûye.