Kanûn 24, 2024 17:07 Asia/Tehran

Êrişên hovane yên leşkerên Siyonîst di roja 445`an a jînûsaydê hîna jî didome.

Şerrê li Zîvala Xezzê di halekî da derbasî roja xwe ya 445`an bûye ku di encama teqîna robotên teqandinê li derdora nexweşxaneya Kemal Edwanê ji aliyê dagirkiran ve, hejmarek ji nexweşên di vê nexweşxaneyê da birîndar bûn. Serokê nivîsgeha medyayî ya Rêxistina Pizişkên sînûrnenas di daxuyaniyekî da rewşa nexweşxaneya Kemal Edwanê li bakûrê Xezzê qeyranî wesif kir. Wezareta tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê jî ragihandiye di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê, di şev û roja buhurî da 21 kes şehîd û 51 kes jî birîndar bûne.

Rêxistina Berevaniya Sivîl a Xezzê jî di daxuyaniyekî da ragihand, dagirkirên siyonîst ji bo cara duyemîn êrişî navendeke vê saziya filistînî kirin. Artêşa Rejîma Siyonîst bi êrişa ser kempa Tûlkermê, kawilkirna binavahî û heyîtiyên xelkê vê navçeyê didomîne.

Nexweşxaneya endonêziyê li bakûrê Xezzê jî ketiye ber êrişa Rejîma Siyonîst. Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst herwiha kempa El Cedîdê li Nûseyratê jî dan ber bombeyan.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê, ragihandiye di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve heta nika 45 hezar û 338 kes şehîd bûne û 107 hezar 764 kes birîndar bûne.

Medyayên siyonîst jî sibeha îro raghihandin ku dengê teqînên giran li Têlavîvê û çend navçeyên din li navenda Filistîna Dagirkirî di encama êrişên bi mûşekan ên Yemenê da hatine bihîstin. Nêzî du mîlyon dagirkir revîne weşartgehan ku 25 kes ji wan dema direviyan, birîndar bûne. 

Serepeyv