Kanûn 17, 2024 17:55 Asia/Tehran
  • Xelaya giran li Zîvala Xezzê

Birêvebira cihîner a Bernameya Cîhanî ya Xwerinê li ser berfirehbûna xelayê li Zîvala Xezzê pêhişyarî da.

Sîndî Mek Kîn pêgîrî kir ku 2 mîlyon kes li gişt Zîvala Xezzê rastî xelaya giran  hatine. Wê herwiha got: Divê pêvajoya gîhandina alîkariyên mirovdostane bo xelkê Zîvala Xezzê ji rêyên ewleh were garantîkirin ta ku em pêşiya berfirehbûna xelayê di vê zîvalê da bigirin.

Wê destnîşan kir ku tenê sê yekê kamiyonên hilgirê xwerinê yên Bernameya Cîhanî ya Xwerinê di meha buhurî da karîne derbasî Xezzê bibin. Wê pêgîrî kir: Derbeya herî zêde li bakûrê Xezzê ketiye.

Serepeyv