Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
Wezareta tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê roja Çarşemiyê basa şehadeta 44 hezar û 805 kesan ji destpêka êrişa Rejîma Siyonîst ser vê navçeyê kir.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand ku di mideha 24 saetên buhurî da Rejîma Siyonîst 2 cinayet li Zîvala Xezzê pêk anîne ku di encamê da 19 kes şehîd û 69 kes jî birîndar bûn.
Bi hesibandina van şehîdan hejmara şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve û hevgavê destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve heta nika rabûye 44 hezar û û 805 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 106 hezar û 257 kesî. Li gorî nûçeyeka din balafirên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst çend caran bilindahiyên El Zeiterê li kempa Cibaliyayê li bakûrê Zîvala Xezzê dan ber bombeyan. Tevî van hemû cinayetan Rejîma Siyonîst ji xwe mukur hatiye ku bi derbasbûna 432 rojan ji şêrr hîna nekariye bigihîje armancên xwe yanî jinavbirina Tevegra hemasê û vegerandina girtiyên Siyonîst ji Zîvala Xezzê.