Francesca Albanese: Divê hovîtîya Israyîlê li Xezzeyê were sekinandin
Kanûn 08, 2024 18:58 Asia/Tehran
Raportera Taybet a NY li Filistînê got: Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê cinayetên cengê û dijemirovî kirîye.
Firançêska Albanîz Raportera Taybet a NY li Filistînê di ``konfiransa şerê Israyîlê, ramalîna nijadî ya koledarî`` ku li Zanîngeha Vîyenê hat lidarxistin, got ku dema wê hatîye bi tivdîr û pêngavên pêwîst ji bo sekinandina hovîtîya berdewam a Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê hewil bê dayîn.
Wê herwiha got: Nabe tişta ku li Xezzeyê diqewime, tenê şer were binavkirin, ji ber ku şêrr jî isûl û qayide heye, lê tişta ku li Xezzeyê diqewime, wêrankirina giştalî ye.