Kanûn 07, 2024 18:56 Asia/Tehran
  • UNICEF: Rewşa bakurê Xezzeyê nalebar e

Berdevkê UNICEFê got ku canê zarokên li Xezzeyê ji bilî gule û mûşekan ji ber rewşa xirab a jiyanê di metirsiyê de ye.

Tis Angram, Berdevkê UNICEF ê li Xezzeyê li hevpeyvînekê de li gor  îfade û şehediyên kedkarên vê saziyê  rewş bi xof û nalebar wesif kir û tekez kir ji ber êrişên bi roketan û hebûna çekdaran li nexweşxaneya Kemal Edwan xizmetên hawarçûnê hatine rawestandin.

 

 Vî rayedarê NY her wiha got: Hevakarên me bûne şehedê zarokên ku li dû xwarekê digerin û ji bo ku  xwe germ bikin  laylon û plastîkan berhev dikin. Rêxistina Cîhanî ya  Tendrsutiyê ragehan ku  beriya êrişa ser nexweşxaneya Kemal Edwan li bakurê Xezeyê hişyarî nehatibû dayîn. Di encama van êrişên hewayî de herîkêm 39 kes şehîd bûn ku 20 ji wan li konên awareyan de dijiyan.

Serepeyv