Kanûn 03, 2024 18:25 Asia/Tehran
  • Artêşa terorê êrişî Zîvala Xezzeyê kir

Di roja 424an a şerê Rejîma Sîyonîst ji bo qirrkirina gelê Zîvala Xezzeyê da, artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker di 24 saetên buhurî da 2 komkujîyên din himber sivîlên fiilstînî li vê zîvalê pêk anîn.

Di encama cinayetên di 24 saetên buhurî da, 36 fiilstînî hatin şehîdkirin û 96 kes jî hatin birîndarkirin.

Herwiha hinek ji şehîd û gorî hela jî di bin kavilî û kelefeyan û li kolanan mane û dagirkir nahêlin ku personelên hawargihîştinê xwe bigihînin wan. 

Rêvebirekî Rêxistina Pizişkên Sînornenas di vî warî da gotîye ku rewşa tenduristî û dermankirinê li bakura Zîvala Xezzeyê bikaresat e.

Leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker herwiha 3 pizişk û 2 perestar di nav nexweşxana hikûmî ya Tûbasê ku ketîye rexê rojavaya çemê Urdinê destser kirin.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala buhurî va rabû 44 hezar û 502 kesî û ya birîndaran jî rabû 105 hezar û 454 kesî ku pirranî jin û zarok in. 

Serepeyv