Mijdar 26, 2024 18:20 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê di 24 saetên derbasbûyî da 3 cinayet li Zîvala Xezzeyê pêk anîn.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku di encama êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 14 kes şehîd û 108 kes jî birîndar bûne. Herwiha hinek şehîd û gorî di bin kavilan da û li kolanan mane ku hêzên dagirker nahêlin personelên hawargiheştinê xwe bigihînin wan. 

Li gorî vê daxûyanîyê, ji destpêka êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta îro 44 hezar û 249 hezar kes hatine şehîdkirin û 104 hezar û 746 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirinê bo Awareyên Filistînê ya NY (UNRWA) jî ragihand ku ji ber barîna baranê û berdewambûna êriş û bombebaranên artêşa Rejîma Sîyonîst rewş li Zîvala Xezzeyê her demî girantir dibe. 500 hezar kes li wan navçana niştecî ne ku ber lehîyê ne û bi gellek xeteran ra rûbirû ne. Awareyên filistînî jî bi dû komkujîyên bi destê Rejîma Sîyonîst û awarebûnê nika bilî ku pêrgî xelayê bûne, li sermayeke giran dane û bi vî awayî rewşa wan gellekî xeddar û giran e.

Di vî halî da, Seraya Quds Baskê Leşkerî yê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê ragihand: Têkoşerên wê bi hawanê êrişî cîyê kombûna leşkerên sîyonîst û alavên wan ên li nêzîkî sînorê Filistîn û Misrê li başûra şarê Refehê krin.

Tabûrên Qessam Baskê Leşkerî yê Tevgera Hemasê jî di daxûyanîyekê da raghiand ku êrişî tanekeke Rejîma Sîyonîst a ji cura Merkava kir.

Têkoşerên Qessamê herwiha avahîyeke bombekirî li rojhilata Kempa Cibalîya ku ketîye bakura Xezzeyê dema leşkerên sîyonîst li wir bûn, teqandin ku di encamê da çend leşkerên sîyonîst hatin kuştin an birîndarkirin.

Serepeyv