Roja 414an a jînosayda li Xezzeyê Derbara jikarketina nexweşxaneyan da hişyarî hat dayîn
Di roja 414an a jînosayda ku Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê da dimeşîne, artêşa vê rejîmê wek artêşa terorê êrişên hovane ser filistînîyan didomîne û dîsan êrişî navendên derkankirinê yên vê herêmê kir.
Artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê di roja 414an a jînosayda ku li Zîvala Xezzeyê pêk tîne da çend mal li deverên Zeytûn û Kempa Nuseyratê dan ber bombeyan.
Rejîma Sîyonîst herwiha bi xwofirran êrişî nexweşxana Kemal Edwan li Beyt Lahîyayê kir, ev nexweşxana roja pêncşemê jî ketibû ber êrişê ku di encamê da pizişkek û çend nexweş birîndar bûn.
Artêşa Rejîma Sîyonîst di 48 saetên buhurî da di encama çend cinayetên da li Zîvala Xezzeyê 120 flistînî şehîd û 205 kes jî birîndar kirin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va rabû 44 hezar û 176 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê herwiha hişyarî da ku nexweşxaneyên Xezzeyê yê di 48 saetên bê da ji ber kêmbûna ardûyê ya ji ber neyartîya Israyîlê himber derbaskirina arûdyê li Xezzeyê ji kar bikevin.