Şehadeta 50 filistîniyên din li Xezzê
Wezareta tendirustiyê li Zîvala Xezzê di roja 410`an a jînûsayda li Zîvala Xezzê da basa jordaçûna hejmara şehîdên ji ber êrişên Rejîma Siyonîst kir û ragihand ku ev hejmar rabûye 44 hezar kesî.
Wezareta tendirustiyê li Zîvala Xezzê îro ragihand: Rejîma Siyonîst di 24 saetên buhurî da 3 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne ku di encamê da 50 kes şehîd bûne û 110 kesên din jî birîndar bûne. Bi hesibnadina van şehîdan hejmra şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika gihîştiye 43 hezar û 972 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 104 hezar û 8 kesî.
Di roja 410`an a şêrr û hevgavê sarbûna hewayê û barîna baranê, êş û elemên xelkê Xezzê zêde bûne bi awayekî ku konên awareyan îro di çend navçeyan da nav avê da man.
Rewşa bi karesat a li Zîvala Xezzê di encama dorpêç û awaretiya zêde ji sedî 95`ê xelkê wê hîna jî berdewam e û dagirkir îro jî dijî sivîlên filistînî bi dehan êrişên hewayî û topxaneyî cih anîne.
Tevî hemû van cinayetan Rejîma Siyonîst ji xwe mukur hatiye ku bi ketina nav meha 14`an a şêrr, hîna nekariye bigihîje armancên xwe yên ji vî şerrî yanî jinavbirina Tevgera Hemasê û vegerandina dîlên filistînî ji Zîvala Xezzê.
Anegorî nûçeyeka din rayedarên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst pêhişyarî da Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê vê rejîmê ku eva derfeta wî ya dawîn ji bo gihîştina li agirbesê bona azadkiirna girtiyên li Zîvala Xezzê ye û divê di helwêstên xwe da nermatiyê nîşan bide.
Li gorî rapora kanala 12`an a televîzyona Rejîma Siyonîst, serokên sîstimên ewlehiyê yên vê rejîmê di civîna yekşemiya buhurî da li ser derfeta dawîn a ji bo vegerandina girtiyên Siyonîst, Netaniyahu hişyar kiriye û li ser pêwîstiya nermatînîşandana wî pêgîrî kirin.
Malbatên leşkerên siyonîst jî amajeyî vî yekî kirin ku ev leşker piştî şêrr, tûşî pirsgirêkên derûnî bûne û ragihandin: Nivşeka tam a ji van hêzan qet derman nabin û di bin sîvana kêmbûna leşkeran, artê ciwanên kêmtir ji 20 salan neçar dike ku şêrr bidomînin.