Şerrê giran nêzî Bênt Cibêylê
Çavkaniyên nûçeyan basa pevçûnên giran û mil bi mil di navbera leşkerên Rejîma Siyonîst ku ber bi Bênt Cibeylê va diçin û şervanên Berxwedanê da kirin.
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê ragihand ku di çarçoveya operasyona Xeyberê de 5 baregehên leşkerî li bajarê Heyfa ya dagirbûyî û herêma Kermelê hedef girtin. Medyaya Rejîma Siyonîst her wiha ji rûdana bûyereke cidî ya ewlehiyê ji bo eskerên siyonîst li Xezzê xeber da û bal kişand ser vê yekê ku helîkopterên Îsraîlê birîndarên artêşa terorê dibin nexweşxaneya Bilensonê . Di encama bûyereke tund a ewlehiyê li Xezzê de, herî kêm leşkerekî Israîlî hat kuştin û hejmareke din jî bi giranî birîndar bûn, lîwayên Qesam jî ragihand, ku çekdarên wan rasterast serbazekî Israîlî yê dagîrkir li devera El-Xezenderê li bakurê rojavayê Xezzeyê kirine armanc.
Di heman demê de Saraya El-Quds ragihand ku li Beyt Lahiya li bakura zîvala Xezzê wesayîteke zirxî ya Îsraîlê bi bombeyeke bi hêz hedef girtin û îmha kirin.