El-Qesam 10 leşkerên Rejîma Siyonîst kuştin
Mijdar 12, 2024 19:10 Asia/Tehran
Tabûrên Qesam basikê leşkerî yê tevgera Berxwedana Îslamî ya Hamasê di operasyoneke serketî de 10 leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst li Cibalya li bakurê zîvala Xezzeyê kuştin an birîndar kirin.
Tabûrên Qesam di daxûyaniyekê de ragehandin ku têkoşerên me demlidest piştî derbasbûna 10 leşkerên siyonîst nav malekê li navçeya Erz Sulêyman li taxa El-Qesasîsbê li Cibalyayê, ev mal bi teqemeniyên bi hêz teqandin û deh leşkerên dijmin kuştin an birîndar kirin.
Duh jî têkoşerên Qessam tankeke Merkava 4 li navçeya El-Seftawî li rojavaya kampa Cibalyayê li bakurê zîvala Xezeyê dan ber êrişan ku di encamê de 5 efser û leşker ên din hatin kuştin.