Mijdar 12, 2024 18:32 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên hewayî yên Îsraîlê di roja 403 emîn a jînosayda li Xezeyê

Piştî derbasbûna zêdetirî salekê ser şerê li zîvala Xezeyê, Rejîma Siyonîst kiryarên xwe yên hovane li dijî xelkê vê navçeyê didomîne.

Şerê li Xezzeyê di halekî de derbasî roja xwe ya 403 yemîn  bûye ku dorpêçkirina bakura Xezzeyê ji wan kampa Cibaliyê bi tundî berdewam bûye û êrişên hewayî û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê pêleke nû ya awarebûnê pêk aniye.

Li gor vê raporê, balefirên cengê  yên Rejîma Siyonîst konên awareyan li devera El-Mewasî li rojavaya Xan Yûnisê li başûrê zîvala Xezzeyê bombebaran kirin.

Çavkaniyên medyayî yên Filistînê herwiha bal kişandin ser êrişên giran ên hewayî ser rojavayê bajarê Xezeyê û şehîdbûna 10 filistîniyan û birîndarbûna hejmareke din di encama êrişa dagirkeran  ser konên awareyan li devera El-Mewasî li rojavayê Xan Yûnisê û birîndarbûna 3 kadroyên pizîşkî yên nexweşxaneya Kemal Edwan di encama êrişa hewayî de.Hevgav amarên belavbûyî  zêdebûna koçberiya Siyonîstan piştî şerê li dijî zîvala Xezeyê nîşan didin.

Saziya Lêkolînên Civakî û Aborî ya Şûrîş ragihand ku amarên ku ji aliyê Nivîsgeha Navendî ya Amarên Rejîma Siyonîst ve hatine weşandin, nîşan didin ku hejmara siyonîstên ku di sala 1948`an de beriya destpêkirina şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li dijî Xezeyê li 7`ê Cotmeha sala 2023`an, biryara derketina ji navçên dagirbûyî yên Filistînê dane, sedî  42jorde çûye.

Serepeyv