Bêdengiya li himber rewşa Filistîn û Lubnanê tê wateya hevkariya li cinayetan de
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban got: Bêdengiya li hemberî cinaytên Rejîma Israîlê li dijî gelê Filistîn û Libnanê mîna hevkariay di cinayetan de ye.
Ehmed Ebulqêyt di destpêka civîna hevpar a rayedarên welatên erebî û îslamî yên li Riyazê got:Rewşa Filistîn û Lubnanê bi curekê ye ku êdî em nikarin li hember vê bêdeng bimînin.Ehmed Ebulqêyt her wiha got:
Rawestandina şerê Rejîma Siyonîst li dijî zîvala Xezze û Lubnanê erkeke mirovî bo giştan û pêwîstiyeke ewlehî û stratejîk e ku hemû navçe ber bi çarenivîsa nediyar ve neyê kişandin.
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban bi tekeziya li ser piştgiriya ji berxwedana filistîniyan li axa xwe û piştgiriya ji mafên gelê filistînê tekez kir.Divê welatê Filistînê li erdên Rexê Rojava û zîvala Xezzeyê û sînorên sala 1967an bi paytexta Quds Şerîf were avakirin.