Mijdar 07, 2024 18:33 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina qanûna nû ya Kênêsêta Rejîma Siyonîst ji aliyê Cîhada Îslamî ya Filistînê ve

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê îro bi daxûyaniyekê, qanûna nû ya Parlemana Rejîma Siyonîst derheq sirgûnkirina xizm û malbata kesên ku operasyonên şehadetxwzaiyê pêk anîne, ji erdên dagîrbûyî li çarçoveya kiryarên hovane yên vê rejîmê li dijî filistîniyan û paqijkirina nijadî ya wan, da zanîn.

Li daxûyaniya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê  ya li himber pêşnumaya nijadperestane ya Knesseta Rejîma Siyonîst li dijî xizm û kesên yên ku operasyonên şehadetxwzaiyê pêk anîne, de hatiye:  Di dewama kiryarên  hovane û serkutkerane,Kênêsêta Îsraîlê qanûnek pejirand ku îznê dide wezîrê navxwe yê vê rejîmê ku malbat û xizmên,  kesên ku operasyonên şehadetxwzaiyê pêk anîne, sirgûn bike.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragehand: Ev qanûn îzna heswîkirina nûgîhayên bin 14 salî  û dayîna hukmê  dijî  wan dide.Di vê daxuyaniyê de hatiye:Ev qanûna bi talûke binpêkirina eşkere ya hemû qanûnên navneteweyî ye ku  cezakirina komî qedexe dike. Parlemana Rejîma Siyonîst bi rêze qanûnên ku  vê dawiyê pejirandiye, bûye amûrek li dijî gelê me.

Kênêsêtê şeva Çarşemê, pêşnumaya li dijî xizm û malbatên kesên ku operasyonên şehadetxwaziyê pêk anîne, pejirand.

Serepeyv