Mijdar 07, 2024 18:33 Asia/Tehran

Komên filistînî di daxuyaniyên cuda de ragihandin ku li bereyên curbicur de derbeyên giran li dagirkeran xistine.

Tabûra Seraya El-Quds li Tûlkermê, îro pêncşemiyê, derbarê şer û pevçûnên giran ên şervanên xwe bi dagirkerên ku êriş kiribûn ser kampa Tûlkermê agahî da û di daxûyaniyekê de ragehand:Hêzên me bi alîkariya hêzên gelanî bi hêzên dagirkerên ku  êrişî ser  kempa Tûlkarmê  kiribûn re ketin pevçûnê û derbên giran li wan xistin.

Di daxuyaniya Seraya El-Quds de hatiye: Hêzên me dijminê siyonîst dan ber gulleyan û yekîneya me ya endezyarî û teknîkî wesayitên leşkerî yên dijmin bi bombeyan bi awayekî deqîq kirin armanc. 

Li gor nûçeyeke din, Berxwedana Filistînê derbarê jor da xistina   xwefireke sîxoriyê  ya Rejîma Siyonîst li esmanê Zîvala Xezzeyê agahî da. Tabûrên Nasir Selahedîn ragihand ku li esmanê  navçeyên navendî  yên zîvala Xezzeyê xwefireke EVO Max  di dema erkdariya sîxoriyê de xistine bin kontrola xwe.

Ji aliyê din ve, Berdevkê Hêzên Şehîd Omer Qasim, baskê leşkerî yê bereya Demokratîk jibo Rizgarkirina Filistînê ragihand: Qeder û çarenivîsa  artêşa dagirker ji ber  berxwedana gelê me hema işkest e. 

 Ebû Xalid tekez kir: Me li Refehê êrişî meqerên dijmin kir. Her wiha  me navenda kombûna hêzên siyonîst li rojhilatê Refehê jî bi mûşekên kurt menzîl da ber êrişan. Wî  her wiha got: Hêzên me bi hevkariya  hêzên Nasir Selahedîn meqerên dijmin li rojavayê Beyt Lahiyê  bi hawanan kirin armanc  û ziyanên mezin li wan dan.Berdevkê hêzên şehîd Omer El-Qasim piştî midehekê derbarê  êrişa  dijminê siyonîst ser bakurê Xezzeyê û işkesta wê agahî dabû û got: Derbên giran li xelkê û kelûpelên dijmin  ket û bêşik hêzên me û komên din ên berxwedanê wê li bakurê Xezzeyê  dê  işkestê bide dagirkeran .

Serepeyv