Êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand hejmara goriyên operasyona Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê gihêştiye 43 hezar û 374 şehîdan û 102 hezar û 261 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 sietên borî de 3 cinayet û komkujî li Xezeyê kirin ku di encamê de 33 kes şehîd bûne û 156 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê tekez kir ku hejmarek ji şehîdan û goriyan hîna di bin kavilan û kolanan de mane û dagirker nahêlin ku alîkariyan bighînin wan. Bajaroknişînên siyonîst vê sibê êrişî ser bajarê El-Bêyreyê li navenda rexê rojavaya çemê Urdinê kirin û agir berdan çendîn trimbêlan.
Rejîma Israîlê vê sibê di dewama siyasetên xwe yên li dijî Filistînê û li dijî biryarên civaka navneteweyî, peymana hevkariyê ya bi UNRWA re betal kir .
Eva di halekî de ye gelek welat û NY li dijî girtina deriyên UNRWA yê rabûne.
Pêştir jî birêveberê Bernameya cîhanî ya Xwarinê li Almanyayê Martin Frik gotibû ku ti dewsgirek jibo UNRWAyê tine.
Nûnerê NY li karûbarên Filistînê jî gotiye ku UNRWA istûna alîkariya mirovheziyê bo Xezeyê ye û ji bo kesên ku ji şert û mercên nebaş de, xwarin, sitargeh û îmkanên tenduristiyê dabîn dike.
NY dibêje qeyrana mirovî li Xezeyê her ku diçe girantir dibe û rola UNRWAyê di vê beşê de pir girîng e û girtian pêşiya xebata UNRWAyê hêviya dawî ya mirovên ku ji bo jiyanê têdikoşin, ji nav dibe..