Mijdar 02, 2024 17:43 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê îro şemiyê derbarê zêdebûna hejmara şehîdên destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê bo 43 hezar û 259 kesî û her wiha zêdebûna hejmara birîndaran bo 101 hezar û 827 kesî agahî da.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 sietên derbasbû-yî de 3 komkujî li zîvala Xezeyê pêk anîne û di encamê de 55 kes şehîd bûne û 186 kes jî birîndar bûne. Bi zêdekirina van şehîdan, hejmara  şehîdên  Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve û hevgavê destpêkirina operasyona Bahoza Eqsayê  gihêştiye 43 hezar û 259 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 101 hezar û 827 kesî.

Tevî van  hemû cinayetan, Rejîma Siyonîst  li xwe mikur hatiye ku piştî derbasbûna 13 mehan ji şer, hîna nekariye armancên xwe yên ji  vî şerî, ku jinavbirina tevgera Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst ji zîvala Xezeyê bi dest bîne. 

 

Serepeyv