Kavilkirina nivîsgeha UNRWA`yê bi destê ``artêşa terorê`` li rexê rojavaya çemê Urdinê
Serkomîserê UNRWA`yê ragihand ku Rejîma Siyonîst bi boldozeran êrişî nivîsgeheke vê rêxistinê li rexê rojavaya çemê Urdinê kir ku di encamê da ew nivîsgeha idî bi kêr nayê.
Fîlîp Lazarînî serkomîserê Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirina bo wareyên Fiilstînî ya NY(UNRWA) îro ragihand: Buldozêrên Îsraîlê bi giranî zirar gîhandine yek ji nivîsgehên vê rêxistinê li rexê rojavaya çemê Urdinê.
Lazarînî tekez kir: Hêzên Îsraîlê bi buldozêran bi giranî zirar gîhandin nivîsgeha UNRWA`yê ya li kempa Nûr El Şems`ê ku ketîye bakurê rexê rojavaya çemê Urdinê ; Navenda ku mijûlî raberkirina xizmetên berayî bo zêde ji 14 hezar penaberên filistînî bû û ev nivîsgeha êdi bi kêr nayê.
Vî rayedarên UNRWA`yê herwiha got, leşkerên Siyonîst di êrişa xwe ya ser vê kempê da şebekeyên av û elekterîkê jî têk dane û ji nav birine.