Mijdar 02, 2024 16:30 Asia/Tehran

Komîteyên Berxwedanê yên Filistînê ragihanin bêdengiya civaka cîhanî li hember cinayetên Rejîma Siyonîst, nîşana têkçûneka exlaqî ya bêmînak di dîrokê de ye.

Komîteyên berxwedanê yên Filistînê di daxuyaniyekê da ragihandin ku cinayetên ku dijminê siyonîst li Beyt Lahiya, Cibaliya, Nuseyrat û gişt Xezzê pêk tînin, pêkutiya dijmin li ser komkujî û ramalîna etnîkî nîşan dide û hikûmeta Amerîkayê şirîkê niha yê êriş û şerê ji bo qirrkirinê ye, ji ber ku bi alîkariya leşkerî û darayî ji bo dijmin, di rijandina xwîna netewê me de beşdar e.

Komîteyên berxwedanê yên Filistînê tekez kirin: Bêdengiya civaka navdewletî li hember cinayetên vê rejîmê û şerê birçîhîştinê, têkçûneka exlaqî û nirxî ya bêmînak di dîrokê de ye.  Em daxwaza pêngaveke bibandor û zexteke rastîn û bibandor û dorpêçkirina balyozxaneyên aliyên vê destdirêjiyê ji bo rawestandina kuştina gelên Filistîn û Libnanê dikin.

Serepeyv