Berdewamiya cinayetên siyonîstan û jordaçûna hejmara şehîdan li Xezzê
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzê hevdem ligel roja 392`an a êrişên Rejîma Siyonîst, ragihand ku di vê midehê de zêde ji 145 hezar filistînî di encama cinayetên vê rejîmê da li vê zîvalê şehîd û birîndar bûne.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzê da ku di roja 392`an a şêr da hatiye weşandin wiha hat ragihandin: Di nava 24 saetên derbasbûyî de, artêşa terorê 3 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîn û di encamê de 55 filistînî şehîd û 186 filistînî jî birîndar bûn. Di vê daxûyaniyê da hatiye: Bi hesibandina van şehîd û birîndaran, ji destpêka êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê di 7`ê Cotmeha sala 2023`an da, 43 hezar û 259 filistînî şehîd û 101 hezar û 827 filistînî jî birîndar bûne.
Di vê derbarê de çavkaniyên pizîşkî jî ragehandin ku ji sibeha îro ve heta dema ragihandina vê nûçeyê di piştî nîvroya roja Îniyê da, di encama êrîşên Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê û bi taybetî navenda wê da 25 filistînî şehîd bûne.