Cotmeh 31, 2024 19:26 Asia/Tehran

Hizbullaha Libnanê îro ragihand ku çend bajarokên siyonîst li bakurê Erdên Dagirbûyî kirine armanc.

Hizbullaha Libnanê bi daxûyaniyekê da ragihand ku wan bi gelek mûşek û xwefiran, binke û çeperên hêzên dagîrkir û herwiha bajarokên siyonîstnişîn kirine armanc.

Hêzên Hizbullahê wek berteka li hember cinayetên Rejîma Siyonîst û berevaniya ji axa Libnanê û piştevaniya ji gelê Filistînê, îro çar bajarokên siyonîstnişîn li bakurê Filistîna Dagirbûyî bi êrişên mûşekî yên xwe kirin armanc. Berxwedana Libnanê jî di daxuyaniyeke din de ragihand ku bi roket û hawanan cihê mayîna leşkerên Rêjîma Siyonîst li rojhilatê bajarê El Xeyamê xistine. Ev êrîş bûne sedema tirs û xofa siyonîstan. Çavkaniyên nûçeyan jî ji şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên Hizbullaha Libnanê û leşkerên Rêjîma Siyonîst li bajarê sînorî yê El Xeyamê li başûrê Libnanê agahî didin.

Di eynî demê da bi berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser axa Libnanê, Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan bi daxûyaniyekê daxwaz ji Rêjîma Siyonîst kir ku bilez êrişên neqanûnî yên ser karmendên dermankirinê û navendên pizîşkî li vî welatî rawestîne. Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, zêde ji 2 hezar libnanî di êrişên Rejîma Siyonîst de şehîd bûne.Hevdem ligel weşandina nûçeyên berovajî derbarê rêkeftina agirbestê di navbera Rejîma Siyonîst û Libnanê de, Hizbullahê tekez kir ku ew ti gotûbêjeka di bin agir de qebûl nake û destpêkê divê pêşî li destdirêjiya dijmin bê girtin.

Serepeyv