Xwenîşandana neyarên Netaniyahu li ber Kênêsêta Rejîma Siyonîst
Hejmareka zav a bajaroknişîn û malbatên girtiyên siyonîst, bi kombûna li ber Parlimana Rejîma Siyonîst , daxwaza wêdadayîna serokwezîrê Rejîmê kirin.
Neraziyên li hember siyasetên şerxwaziyê yên Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst û kabîneya wî ji ber xemsariya li hember canê girtiyan, xwenîşandan li dar xistin. Xwenîşanderan daxwaza sekinandina demlidest a şêrr û wajokirina hevhatinameya bihevreguherîna dîl û girtiyan kirin. Hevgavê viya Yaîr Lapîd, serokê neyarên kabîneya Netaniyahu di civîna destpêbûna karê Kênêsêtê got, kabîneya Netaniyahu qet guherîneka wê a baş tinebûye û bona gihîştina li hevhatina ji bo azadiya girtiyan qet hewl nedaye.
Lapîd li bara viya ku abora Îsraîlê li ber têkçûnê ve ye got: Netaniyahu û kabîneya wî ev qas bûne sedema lawaziya Îsraîlê ku heta nika bêmînak bûye p divê Netaniyahu wêde here.