Cotmeh 26, 2024 16:56 Asia/Tehran

Volker Turk, Komîserê Mafên Mirovan ê NY got: Şerrê li bakûrê Xezzê di kêlîya herî tarî da ye û Îsraîl hîna jî cinayetên xwe yên cengê didomîne.

Volker Turk, Komîserê Mafên Mirovan, herwiha got: Rewş bi awayekî ku nayê xeyalkirin, rojbirojê xirabtir dibe. Siyaset û karên Îsrayîlê li bakûrê Xezzê, dibin sedema xetera valakirina navçê ji hemû filistîniyan.

Komîserê Mafên Mirovan ê NY tekez kir: Em bi kiryarên ku dikarin veguherin cinayetên hovane re rûbirû ne ji wan cinayeta dijî mirovantiyê.

Vî rayedarê NY herwiha ragihand ji dema destpêbûna şerrê Xezzê ve zêde ji 150 hezar kes li Xezzê hatine kuştin, birîndar yan bêserûşûn bûne. Turk hişyarî da ku siyasetên Îsrayîlê li bakûrê Xezzê, dibin sedema xetera valakirina navçê ji hemû filistîniyan.

Serepeyv