Komîserê UNRWA`yê: 200 karmendên me li Xezzê hatine kuştin
Serkomîserê Ajansa Alîkarîgîhandin û peydakirina kar ji bo awareyên filistînî(UNRWA) amajeyî vî yekî kir ku li ser rewşa Libnanê çavdêriyê dike, pêgîrî kir qanûndanerên siyonîst di halê pêkanîna hin qanûnan ji bo hilweşandina UNRWA`yê ne.
Fîlîp Lazarînî, serkomîserê UNRWA`yê got, ajansên din navnetewî ji wan Hêzên Parêzvanê aştiyê yên NY li başûrê Libnanê jî wek UNRWA`yê ketine ber êrişan. Lazarînî li ser rewşa Zîvala Xezzê got, rewşa vê zîvalê ji bo hêzên alîkarîgîhandinê bidehşet e û idî kes nikare di Zîvala Xezzê da bijî. 200 karmendên UNRWA`yê li Xezzê hatine kuştin û binavahiyên UNRWA`yê bi giranî kawil bûne.
Serkomîserê UNRWA`yê li bara rewşa Libnanê jî ku di bin êrişên Rejîma Siyonîst da ye got, UNRWA rewşa Libnanê dişopîne û li bara rewşa awareyan ku hejmara wan ji mîlyonek û 200 hezar kesî derbas bûye dilnîgeranî hene.