Berdewamiyaa cinayetên Rejîma Siyonîst û zêdebûna hejmara şehîdên Xezeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezeyê di amarên xwe yên herî nû de derbarê şehîdbûna 42 hezar û 65 welatiyên filistînî di encama şerê Rejîma Siyonîst li dijî xelkê vê navçê agahî da.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 sietên derbasbûyî de li Zîvala Xezeyê 5 komkujî pêk anîn ku di encamê de 55 kes şehîd bûn û 166 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ragehandina Wezareta Tenduristiye ya Filistine, di encama erişen arteşa İsraile de ji 7e Cotmeha 2023an li Zîvala Xezeyê 42 hezar û 65 kes şehîd bûne û 97 hezar û 886 kes jî birîndar bûne.
Eva li halekê ye ku îro navçeya El-Mewasî li rojavaya bajarê Refehê jî bû armanca êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst.
Hîvva Sor a Filistînê ragihand ku di encama êrişa îro ya dagirkeran ser dibistana Refîdeyê i Dêr Belehê li navenda Zîvala Xezeyê da 28 kes şehîd bûn û 54 kes jî birîndar bûn.