Pêşnimêjê mizgevta Eqsayê derbara bicihanîna planên guhertina ser navê cihûyan da hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351563-pêşnimêjê_mizgevta_eqsayê_derbara_bicihanîna_planên_guhertina_ser_navê_cihûyan_da_hişyarî_da
Serokê Lêjneya Bilind a Islamî ya Qudsê û pêşnimêjê mizgevta Eqsayê derbara kiryara Rejîma Sîyonîst a bicihkirina alava jordabirinê li hewşa Buraqê da got ku ev kara beşeke planeke berfire ya guhertina ser navê cihûyan ji bo dorpêçkirina mizgevta Eqsayê bi projeyên tomarkirina ser navê cihûyan e.
(last modified 2024-11-10T10:57:14+00:00 )
Çirî 02, 2024 12:59 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê mizgevta Eqsayê derbara bicihanîna planên guhertina ser navê cihûyan da hişyarî da

Serokê Lêjneya Bilind a Islamî ya Qudsê û pêşnimêjê mizgevta Eqsayê derbara kiryara Rejîma Sîyonîst a bicihkirina alava jordabirinê li hewşa Buraqê da got ku ev kara beşeke planeke berfire ya guhertina ser navê cihûyan ji bo dorpêçkirina mizgevta Eqsayê bi projeyên tomarkirina ser navê cihûyan e.

Rejîma Sîyonîst vê dawîyê alaveke jordabirinê li hewa Buraqê bi cih kirîye ta ku Taxa Harre Şeref`ê ku berî vîya ser navê cihûyan tomar kirîye û navê Harre Yehûd`ê lê kirîye, bi hewşa hanê va girêde û bi vê yekê êrişa baajroknişînan ser mizgevta Eqsayê hêsan bike. 

Ekrem Sebrî Serokê Lêjneya Bilind a Islamî ya Qudsê û pêşnimêjê mizgevta Eqsayê di vî warî da got: Ev kara beşeke planeke berfire ya guhertina ser navê cihûyan ji bo dorpêçkirina mizgevta Eqsayê bi projeyên tomarkirina ser navê cihûyan e. 

Ekreme Sebrî herwiha got: Rejîma dagirker idia dike ku ev alava jordabirinê ji bo hêsankirina derbasbûna bajaroknişînên pîr û kal nav mizgevta Eqsayê ye û amadekarîya danîna tirena hewayî li navçê dike.