Îlon 28, 2024 10:30 Asia/Tehran
  • Kuştin û birîndarbûna leşkerên dagirker di encama operasyona El-Qessam li Xan Yûnisê

Tevî êrişên cinayetkarane yên artêşa Rejîma Siyonîst ser sivîlên Zîvala Xezeyê, têkoşerên berxwedanê hîna jî derbên giran li dagirkeran dixin û êrişên xwe yên bejayî û hewayî berdewam dikin.

Tabûrên El-Qessam, baskê leşkerî yê Hemasê, derbarê  kuştin û birîndarkirina hejmarek ji leşkerên siyonîst  piştî îmhakirina tankekê li rojhilata Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê agahî dan.

Tabûrên El-Qessam li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyeke kurt weşqandin û ragihandin ku Têkoşerên  vê tabûrê  tankeke siyonîstan  ya cureya Merkava 4 bi mûşeka Yasîn 105 li nava Sûfayê li  rojhilatê Xan Yûnisê rûxandin.

Li vê daxûyaniyê her wiha hatiye gotin ku helîkopterên Rejîma Siyonîst ji bo veguhestina kuştî û birîndaran li cihê bûyerê danîne.

Şer û pevçûnên di navbera komên filistînî û hêzên Artêşa Rêjîma Siyonîst li zîvala Xezeyê dewam dikin.

 

Serepeyv