Tebax 10, 2024 09:05 Asia/Tehran
  • 689 kuştî û 4 hezar û 284 birîndar, hejmara herî dawî ya kuştî û birîndarên siyonîstan li şerê Xezeyê

Artêşa Rejîma Siyonîst bi weşandina amarên fermî ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha 689 leşkerên dagîrker hatine kuştin û 4 hezar û 284 kes jî birîndar bûne.

 

Artêşa Rejîma siyonîst ragihand ku di  24 sietên derbasbûyî de li zîvala Xezeyê 12 leşkerên vê rejîmê birîndar bûne.

 Artêşa Rejîma Siyonîst  bi belavkirina amarên herî nû yên kuştî û birîndarên şerê Xezeyê got ku ji 7 cotmehê ev heta niha  689 efser û leşekrên dagirkr hatine kuştin û  639 kes jî bi giranî birîndar bûne. 

Artêşa dagieker her wiha destnîşan kir ku 213 efser û leşkerên siyonîst hîna jî li nexweşxaneyan tên dermankirin û rewşa 29 kes ji wan xeddar e. Di vê raporê de hatiye ji destpêka şerê Xezeyê heta niha  4 hezar û 284 efser û leşkerên dagiker birîndar bûne ku 2 hezar kes ji dema destpêbûna destdirêjiya bejahî ser Xezeyê bûye.

Eva di halekê de ye ku artêşa Rejîma Siyonîstî ji destpêka şerê bejayî li Xezeyê sansûreke tund li ser hejmara kuştiyên xwe cih aniye û  bi  asteke kêm hejmara birîndarên xwe radigihîne.

Serepeyv