Nivîsgeha Ragihandinê ya Xezeyê: Berpirsiyariya cinayeta dibistana taxa Dercê ser milê Amerîka û Îsraîlê ye
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezeyê vê sibê şemiyê wek berteka li hember şehîdbûna zêdetirî 100 kesan di encama êrişa esmanî ya Îsraîlê ser dibistanekê li taxa El-Derc ragihand ku berpirsiyariya vê cinayeta hovane ser milê Amerîka û Rejîma Siyonîst.
Nivsîgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezeyê ragihand ku dagirkeran bona jînosayd û paqijkirina etnîkî komkujiyeke nû pêk anîn ku di encamê de zêdetirî 100 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî vê raporê ji ber hejamar zêde ya kuştî û şehîdan, hêzên alîkariyê hîna nekarîne termên hemû şehîdan ji bin kelefeyan derxînin. Em kiryara dagirkeran ji ber vê komujiyê bi tundî şermezar dikin û bang li hemû cîhanê dikin ku wê şermezar bikin.
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di daxuyaniyekê de, êrişa ser girseya nimêjkeran li dibistana El-Tabiînê ji aliyê artêşa dagirker ve weke cinayeta cengê da zanîn. Tevgera Cîhada Îslamî di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku bijartina dema nimêja sibê ji bo pêkanîna vê komkujiya hovane nîşan dide ku dagirkeran ev cinayet bi mebesta şehîdkirina hejmara herî zêde ya ji sivîlan bi taybet zarok û kesên pîr û kal ev cinayeta kirin.