Tebax 07, 2024 08:09 Asia/Tehran
  • Hemdan: Yehya El-Sênwar bi rêketin hat hilbijartin

Endamê payebilind ê Hemasê bal kişand ser wê yekê ku ku serokê nû yê polîtboroya tevgera Hamasê bi rêketin hat hilbijartin û ragihand ku hin amadekarî hene ku dê bên kirin.

Usame Hemdan, endamê payebilind ê Hamasê, piştî ku Yehya El-Sênwar wek cîgirê Îsmaîl Heniye, serokê polîtboroya  Hemasê hilbijart, got ku El-Sênwar bi lihevkirinê hat hilbijartin û ev nîşan dide ku tevgera Hamasê ji mahiyeta qonaxa niha agahdar e. Li gorî rapora kanala nûçeyan a El Cezîre, Hemdan diyar kir ku muzakereyên (agirbesa Xezeyê) ji aliyê rêberî ve dihatin kirin û El-Sênwar her tim amade bû û ev ji muzakireya dûr nebû.

Wî got: Hîn zû ye behsa encamên gotûbêjan bê kirin û heman desteyamuzakirekar  a dewra Şehîd Heniyê dê di bin çavdêriya wî de muzakireyan de berdewam bike.

Wî diyar kir ku hin tedbîr hene ku dê piştî hilbijartina el-Sênwar wek serokê nû yê  polîtboroya Hemasê bên kirin.

Hamasê bi fermî ragihand ku Yehya el-Sênwar rêberê şaxê leşkerî yê Hemasê li Zîvala Xezeyê, bû cîgirê Îsmaîl Heniyê 

Serepeyv