Rawestana berxwedana Filistînê li himber êrişa artêşa siyonîst ser Rexê Rojava çemê Urdinê
Hêzên berxwedana Filistînê dijî êrişên rejîma dagirker ser hin navçeyên Rexê Rojava derketin.
Tabûrên El-Qessam (baskê leşkerî yê Hemasê) li bajarê Cenînê ragihandin ku li taxa Merahê bi bombe û çekan bi hêzên dagirker reketine pevçûnê.
Tabûra El-Quds (baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî) ya Cenînê jî ragihand ku têkoşerên wan bi guleyan li dijî hêzên dagirker derketine.
Li gorî rapora El-Mayadînê, Tabûrên El-Eqsa-Cenîn her wiha ragihandin ku têkoşerên vê komê bi hêzên dagirker re ketine pevçûnên giran.
Tabûrên Şehîdan ên El-Qilqîliyê jî ragihandin ku li vî bajarî bi hêzên dagirker re ketine nava şer û pevçûnên giran
Li Qudsa Dagirbûyî, Hêzên Rêjîma Dagirker êrişî bajarokên Hezma û El-Îsawiye kirin û di navbera wan û xortên filistînî de pevçûnên giran derketin û di encamê de ciwanek bi deba gulleyê birîndar bû.