Şehadeta 12 filistîniyan di 271emîn roja jînosayda li Xezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve
Çavkaniyên nûçeyan vê danê sibê ragihandin ku 12 filistînî di encama êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser navçeyên Xezeyê de şehîd bûn.
Di encama bombebarana herêma Hey El-Zerqa ya başûrê Xezeyê de 5 Filistînî ji wan sê zarok şehîd bûn.Her wiha Wezareta Berevaniya Sivîl a Xezayê ragihand ku di encama êrişa esmanî ser navçeya El-Şêx Rizwan li Xezeyê 7 filistînî şehîd bûne 5 kes birîndar bûn û hinek jî di bin kavilan de mane.
Çend sietan berî niha balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst navçeya Dêra Belahê li navenda Xezeyê bombebaran kiribûn ku di encamê de 12 kes ji wan Hesen Hemdan serokê beşa şewatê ya nexweşxaneya Nasir a Xezeyê û hemû endamên malbata wî şehîd bûn.
Dagirkeran di roja 271de jî şerê xwe li dijî Xezeyê berdewam kirin.Leşkerên siyonîst her wiha liv û tevgera xwe ya leşkerî berfireh kirin. Ji aliyê din ve komên berxwedana Filistînê jî li çend deveran çek û navendên kombûna artêşa siyonîst kirin armanc.