30 filistînîyên din li Xezzeyê hatin şehîdkirin
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 3 cinayetên din dijî filistînîyên ZÎvala Xezzeyê pêk anî.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê herwiha ragihand ku di encama wan 3 cinayetên nû da 30 filistînî hatin şehîdkirin û 105 kes jî hatin birîndarkirin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va rabû 37 hezar û 232 kesî û ya birîndaran jî rabû 85 hezar 37 kesî.
Di vê navberê da zêde ji 10 hezar kesî jî hê li zîvala Xezzeyê bê ser u şûn in. Zêde ji 5 hezar kes jî bi destê dagirkerên israîyîlî hatine desteserkirin ku çarenûa pirranîya wan ne dîyar e.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê pêgirî kir ku zêde ji sedî 70yê şehîd û birîndarên şerê dijî Xezzeyê jin û zarok in.
Îro nîvro jî herîkêm 50 mûşek ji Libnanê va ber bi deverên curbicur ên golana dagirbûyî hatin avêtin.
Tevgera berxwedana Islamî ya Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand ku bi mûşekan êrişî navçeyên Zaore û Beyt Hilîl, binkeyên Kîle, Yovaf, Kêtsirîn û Nefehê kirîye.