Hezîran 02, 2024 17:17 Asia/Tehran
  • Girtina 80 nûçegîhanên filistînî ji destpêka şêrr ve bi destê rejîma dagirkir

Kilûba Dîlên Filistînî ragihand rejîma dagirkir ji destpêka şêrr ve 80 nûçegîhanên filistînî girtine.

Klûba Dîlên Filistînî ragihand: 68 kes ji van rojnamevanan xelkê Perrava Rojava û yên din jî xelkê Zîvala Xezzê ne.

Rejîma dagîrkir ji 7`ê Cotmehê ve şerekî xwînrêj û wêranker li dijî xelkê Xezzê destpê kiriye û piraniya avahî û navendên Xezzê kawil kirine û karesateke mirovî ya bêmînak pêk aniye ku bûye sedema mirina hejmarek ji xelkê Xezzê bi taybet zarokên ku ji ber bedxwarinê jiyana xwe ji dest didin.

Komîteya Karûbarên Dîl û Azadeyan jî ragihand, leşkerên daqgirkir ên Îsraîlê di 24 saetên buhurî de 10 filistîniyên din li Perrava Rojava girtine. Di nava girtiyan da zarokek û çend dîlên berê jî hene.

Serepeyv