230-emîn roja êrişên Rejîma Siyonîst ser Xeze û Rexê Rojava
Artêşa Rejîma dagirker a Siyonîst, li 230-emîn roja şerê Xezeyê, hevgavê êrişên balefirên cengê ser deverên curbicur ên Zîvala Xezeyê, kampa Cibaliya li bakurê Vê navçeyê dorpêç kir.
Rojnamegerên kampa Cibaliya li bakurê zîvala Xezeyê dibêjin ku termên bi dehan şehîdan ketien li kêleka rê û ne mimkûn e ku bigihêjin wan.
Di heman demê de, bombebarana hovane, bi hezaran kes ji malên xwe û dibistanên UNRWA koçber kirin, ku ji destpêka şer ve penaha xwe biribûn wir.
Hevdem, di encama topbarandina mala malbata El Şair li kempa Bedir li rojavayê Refehê, du filistînî şehîd bûn. Her wiha 16 filistînî ku piraniya wan zarok bûn, di encama bombebarana malekê de li taxa El-Dercê ya bajarê Xezeyê de şehîd bûn.
Di heman demê de artêşa Siyonîst ragihand ku 5 leşkerên din ên vê rejîmê li şerên Zîvala Xezeyê birîndar bûne.Berdevkê artêşa Siyonîst diyar kir ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha 634 leşkerên vê rejîmê hatine kuştin.
Medyayên siyonîstî her wiha derbarê şewatên berfireh û qutbûna cereyanê li herêma dagirbûyî ya Kiryat Şimûnê agahî dan.Medyaya ibranî jî derbarê şewatên berfireh li herêma dagirbûyî ya Kiryat Şimûne di encama êrişên Hizbullaha Libnanêbi mûşekan agahî dan.
Hêzên berxwedanê yên Lubnanê jî çend xulekan berî niha ragihandin ku wan baregeha hêzên ser bi leşkera 769 a Rêjîma Siyonîst li binkeya Beyt Hillê bi dehan mûşekên Katyûşa û Feleqê, têk birine.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê di berdewamiya operasyonên xwe de ragihand ku li Eylatê êrişî ser armancekek leşkerî kiriye.
Berxwedana Iraqê careke din li bendera Eylatê ya li herêmên başûrê Filistîna dagirbûyî hin cih dan ber êrişan.