Xwepêşandana malbatên leşkerên Îsraîlî li dijî berdewamiya şer
May 18, 2024 07:42 Asia/Tehran
Malbatên leşkerên artêşa Îsraîlê li dijî dewama şerê Xezeyê xwenîşandan bi rê xistin.
Malbatên leşkeran ji çarenûsa leşkeran di şerê Xezeyê de pir dilnigeran in, malbatên zêdeyî hezar leşkeran pê hesiyane ku ewladê wan bêyî tu bernameyekê tên fedakirin.Di vê meşê de neraziyekî got, em pêhesiyan ku tu stratejiyek, tu planek tune ye, leşker baweriya xwe bi fermandaran ji dest didin.Hatiye gotin ku malbatên leşkeran banga rawestandina şerê li Xezeyê kirine û xitabî Wezîrê Şer, Haliwî gotine ku operasyona Refehê ji bo ewladên wan weke telika mirinê ye.