Pîrozkirina Roja Cîhanî ya Jinan li Filistînê
Bi dehan Filistînî li roja cîhanî ya jinan li bajarên rexê rojava bona protestokirina berdewamiya şer û jînosayda li Xezeyêxwenîşandan li dar xistin û bang li civaka navneteweyî kirin ku hewl bidin kuştina jinan li Xezeyê bê rawestandin.
Rejîma dagirker a Îsraîlê di saetên derbasbûyî de zêdetirî 40 filistînî ji wan 4 jin desteser kirin ku Buşra El-Tewîl di nav wan de bû.Bi dehan jinên Filistînî rêz li roja cîhanî ya Jinan ku li Filistînê reng û bêhna berxwedana jina filistînî li meydanê heye, girtin.
Xwenîşanderan li bajarên Filistînê daxwaza rawestandina şer û jînosaydê li zîvala Xezeyê û rawestandina cîbicîkirina biryara Rejîma Siyonîst ya kuştina jin û zarokan kirin.Vê xwepêşandanê ev peyam da cîhanê ku divê bo rêzgirtina li jinan , kuştina wan ji aliyê dagirkerên îsraîlî ve bê rawestandin.
Di roja cîhanî ya jinan de, rejîma dagîrker a Îsraîl 4 filistînî bi navên Buşra El-Tevîl, rojnamevan û keça Cemal El-Tevîl, yek ji rêberên Hemasê, ligel 4 jinên din ên filistînî li bajarê Ramullahê girtin. Dagirkeran her wiha 40 filistînî li Ramallah, Tubas û Beytlehmê girtin.Pêla girtina filistîniyan piştî 7ê Cotmehê bû sedema girtina zêdetirî 7 hezar û 300 kesan.
Dagirkerên li rexê rojava bi êrişên xwe hewil didin ku di meha Remezanê de pirsgirêkên muhtemel pêşbînî bikin û her bûyerên teqînên yên çavrêkirî li heftiyên dahatî de rawestînin.