Hejmara şehîdên Xezeyê gihîşt derdora 25 hezar kesî
Şerê wêranker li zîvala Xezeyê bo roja 106-an li dû hev bi bombardimankirina navçeyên curbicur ên zîvala Xezeyê kuştin û wêrankirina berfireh a binesaziyan berdewam e.
Îro Rejîma Siyonîst di kelekela karesata mirovî û tendirustî li Zîvala Xezeyê, operasyona xwe ya leşkerî li başûrê Zîvala Xezeyê bi taybet li Xan Yûnisê bi mehneya peydakirina rêberên Hemasê li wir destpê kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişên Rejîam Siyonîst ser zîvala Xezeyê gihîştiye 24 hezar û 927 şehîdan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 62 hezar û 388 kesî ûragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de 14 komkujî pêk anîne ku di encamê de 165 kes şehîd bûne.
Şeva borî hêzên siyonîst başûrê Zîvala Xezeyê û bi taybet Xan Yûnisê ku artêşa dagirker îdia dike ku rêbertiya navxweyî ya tevgera Hemasê li wir e bombebaran kirin.
Dagirkeran her wiha navçeya Betn El-Semîn li Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê bi tundî bombebaran kirin.
Medyayê Filistînê jî nivîsîn ku firoke û topxaneyên dagirkeran bi tundî tax û nexweşxaneya El Emel a Xan Yûnisê bombebaran dikin. Li Xan Yûnisê di encama êrişa balafira sîxuriyê ya Îsraîlê de Filistînîyekîşehîd bû.
Hêzên Rêjîma Siyonîst li derdora nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê bombeyên ronahiyê avêtin.
Hevgav Komîserê Ajansa Alîkarî û kar ya ji bo awareyên Filistînî (UNRWA) derbarê gefa xelayê ya nêzîk li zîvala Xezeyê hişyarî da.
Komîserê Ajansa Alîkarî û Kar bo Penaberên Felestînî (UNRWA) Di hevpeyvînekê bi rojnameya El-Şerq El-Ewset, re hişyarî da: Birçîbûn nêzîk bûye û vê karesatê hetanî niha zêdetir ji 24 hezar kes goriyên xwe hebûne ku sedî 60 ê wan jin û zarok in.